Tîrmeh 24, 2021 19:40 Asia/Tehran
  • Konseya Ewropayê:

Serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel îro ragihand daxuyaniyên Erdogan der barê herêma Varosha ya li Qibrisê nakokiyan zêde dike, her wiha pêşniyara Erdogan a avakirina du dewletan li giravekê nayê nîqaşkirin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Erdogan roja sêşema borî serdana parçeyê bakurê girava Qibrisê kiribû  û gotibû ne pêkan e tu pêşketin di danûstandinan de, ji bilî avakirina du dewletan, çêbibe.

Têkildarî wê, serokê Konseya Ewropayê Charles Michel duh da zanîn ku axaftinên Erdogan ên der barê herêma Varosha ya Qibrisê nakokiyan zêde dikin.

Charles Michel piştrast kir ku pêşniyarên Erdogan derbarê avakirina du dewletan li girava Qibrisê de nayên nîqaşkirin.

Erdogan di serdana xwe de ya ji bakurê Qibrisê re ku di bin kontrola Tirkiyê de ye ku şêniyên wê di 1974’an de ji yewnanistana revîne, diyar kiribû ku dê ji nû ve jiyan li Varosha vegere.

Rayedara sêyem a di Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de Victoria Noland çarşema borî destnîşan kir ku DYA'yê pêşniyara Erdogan ya avakirina du dewletan li Qibrisê red dike.

Ji dema êrişa dewleta Tirkiyê ser bakurê Qibrisê re di 1974’an de Qibris hatiye parçekirin. Komara Qibrisê di 2004’an de tev li YE’yê bû û tenê aliyê başûrê giravê ye. Di wê parçeyê de qibrisiyên yewnanistanî dijîn û desthilatek wê bi rê ve dibe û NY’yê pê îtîraf dike. Lê aliyê bakur, tenê ji hêla Enqerê ve tê îtîrafkirin ku Komara Bakurê Qibrisê ya Tirkiyê e.

Serepeyv