Tîrmeh 18, 2021 00:48 Asia/Tehran
  • Li Brezîlyayê ji ber stûna elektrîkê ket 6 kes mirin

Li Amazona Brezîlyayê ji ber stûna elektrîkê ket herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di navbera bajarên Anapu û Pacaja yên ser bi eyaleta Para stûna elektrîkê ya hatibû danîn, ji ber di xeta wê ya enerjî de xirabûna hebû dihate çêkirin û ew stûna elektrîkê ket xwarê.

Di wê qezayê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn.

Parêzgerê eyaleta Para Helder Barbalho di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, hêzên polîsê xwecihî ji bo alîkariya xebatên li deverê alîkariyê dide û birîndar li nexwaşxaneya herêmê yaTransamazonica ya Altamira re hatine veguhestin.

Li gor daxuyaniya Pacaja jî bûyer girêdayî ye bi şîrketa elektrîkê ya SK. Ve

Di televîzyonên herêmî de jî dîmen hatin veşandin û stûna elektrîkê parçe parçe dibe.

Serepeyv