Tîrmeh 18, 2021 00:44 Asia/Tehran
  • Li Endonezyayê ji ber bakurofeyê 11 kes mirin

Li Endonezyayê ji ber bakurofeya li behrê û dora Kalimantan a rojava gelek qayîx noqî avê bûn û herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 42 kes jî winda ne.

LI rojavayê Kalimantan a Endonezyayê di behrê de bakurofeya roja 14ê Tîrmehê destpê kir de gelek qayîxên masîgiran noqî avê bû.

Hat ragehandin di qayîxên noqî avê de bûne herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 42 kes jî winda bûne.

Li herêmê berpirsê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê Yopi Haryadî jî ragehand, pêlên avê digehin 5 metreyan û ji ber wê jî qayîx noqî avê bûn, lê îro 77 kes bi saxî hatine rizgar kirin.

Herwaha ragehand, piştî îro rewşa bahewa başbû li herêmê dîsa xebatên rizgar kirinê berdewam dikin.

Serepeyv