Tîrmeh 18, 2021 00:39 Asia/Tehran
  • Li Almanyayê ji ber rabûna lehiyan 10 kes mirin

Li Almanyayê barîna baranên zêde bû sedemê rabûna lehiyan û heta naha 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û li eyaleta Rheinland – Pfalz 6 avahî hilweşiyan û lêgerîna 70 kesan jî berdewam dike.

Li herêmên başûr û rojavayê Almanyayê ji her metreyek çargoşe re 200 kîlo şilayî ango baran bariye.

Ji ber barîna baranên zêde heta naha 10 kesan ji ber lehiyan jiyana xwe ji dest dane.

Berî naha jî hat ragehandin ku li bajarokê Schuld a nêzîk bajarê Adenau 6 avahî hilweşiyane û li wî bajarokî lêgerîna 70 kesan berdewam dike.

Li herêma Bitbur-Plum jî ji ber ava zêde rabûye rewş metirsîdar e û li bajarokê Waxweler 5 kes di maleke ku dora wê hemû di bin avê de mayî de asê mane û ji bo rizgar kirina tîmên rizgar kirinê bi botan dixwazin xwe bigehînin wan.

Ji aliyê din ve bang ji artêşa Almanyayê re hat kirin ku ji bo tekoşîna hember rabûna lehiyan were ser kar.

Şaredariya Erkrath a nêzîk bajarê Dusseldorfê jî li ser medya civakî bangewazî kir û ragehand, ji ber barîna baranên zêde xetên kanalên ava pîs tejî bûye û ji bo rewş girantir nebe divê kes heman û duş negre, makîneyên firaqan neyên bikaranîn û divê hemû gel ji vê rewşê berçav bigre.

Serepeyv