Tîrmeh 17, 2021 22:45 Asia/Tehran
  •  Hêzên Efganistanê gelek herêm vegerandin

Hikumeta Efganistanê ragihand ku gelek herêmên berê ku di destê Koma Talîbanê de bûn, vegerandin.

Waliyê eyaleta  Berwanê a bakurê Kabulê Fediledîn Eyar got, hêzên Efganistanê, Gerînendetiya Şêx ku beriya du hefteyan Talîbanê xistibû bin destê xwe, vegerand.

Wezareta Parastinê ya Efganistanê ragihand ku di êrişên hêzên wan ên 24 saetên borî li wîlayetên Nengerhar, Xeznî, Xost, Werdek, Qendehar, Cewzcan, Serbel, Semengan, Belx, Helmend, Texar û Kabul de 284 endamên Talîbanê  hatin kuştin û 205 birîndar bûn .

Tevgera Talîbanê ragihand ku wê tevahî gerînendetiya Dend a li wîlayeta Qendehar kontrol kir.

Wezareta Parastinê ya Efganistanê duh duxayandibû ku di 24 saetên borî de gerînendetiyên Sîghan û Qemerd yên wîlayeta Bamiyan û gerînendetiya Cexansur li başûrê rojavayê wîlayeta Nimroz ji destê tevgera Talîbanê derxistin.

Wezaretê eşkere kir ku hêzên wan operasyonên xwe yên ji bo vegerandina herêmên di bin serweriya Talîbanê de berdewam dikin.

Serepeyv