Tîrmeh 17, 2021 11:40 Asia/Tehran
  • Rewşa aloz li Efxanistanê û hewla vî welatî ji bo derxistina deriyên sînorî ji destê Talîbanê

Deriyê sînorî yê Spîn Boldak ê dikeve navbera Herêma Qendehar a  Efxanistanê û  Belûcistana Pakistanê û artêşa Efxanistanê hewl dide wî derî ji dest Talibanê derxe.

Li gorî berpirsên Pakistanê di wî şerî de, hejmarek ji çekdarên Talibanê bi giranî birîndar bûn û bo nexweşxanên Pakistanê hatin birin daku li wir werin dermankirin.

Ew derî niha li pêşiya vegera xelkê girtî maye. Lewra beşek ji xelkê Efxanistanê li aliyê Pakistanê asê mane.

Taliban dibêje ji %85 ji xaka Efxanistanê ketiye bin destê wan, di nav de hejmarek deriyên sînorî yên giring  jî hene, li gel  Îran, Tacikistan û Pakistanê.

Bi vî awayî ew hewl dide damara sereke ya bazirganiyê li ser Hikûmeta Kabulê qut bike û çavkaniyeke dahatê ya giring bixe destê xwe, ji ber ku piraniya sînorên Efxanistanê bejayî ne û beşeke mezin ji hinardekirin û hawirdekirinê bi rêya deriyên sînorî tê kirin.

Zilmay Xelîl Zad, Şanderê Taybet ê Amerîka bo Efxanistanê dibêje: “Min pêşbênî dikir koma Taliban navçeyeke du carî bêhtir ji navçeyên ku berê di bin destê wan de bû kontrol bike, lê kontrolkirina bi lez û rûberê wan navçeyên kontrolkirî , ne dihat pêşbînîkirin.  Ez bawerim ev pirs bi çareseriya leşkerî û bi pêşketina Taliban nabe, divê rêkeftineke siyasî hebe, da ku şer bi dawî bibe.”

Rûsya jî ji aliyêkî ve ditirse ew şer bibe sedema têkçûna aramiya welatên cîranê Efxanistanê ku piraniya wan berî niha endamên Yekîtiya Sovyetê bûn.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov ku dibîne hîn zûbû  Amerîka ji Efxanistanê vekişe dibêje, Amerîka li Efxanistanê şikest.

Wezîrê Derve yê Rûsya dibêje: “Amerîka ew(xelkê efgan) bicî hiştin , Serok Biden ew yek piştrast kir, ji ber ku ew dibînin ku wan erkê xwe birin serî, bê guman wan hewl da vekşandina xwe bi erênî bidin xuyakirin, lê her kes dizane  ku ew di erkê xwe de şikestin.”

Hewlên Encûmena Aştiyê  a Efxanistanê jî bo pêkanîna rêkeftinekê di navbera Taliban û Hikûmetê de berdewam in, Roja Înê şanda Hikûmetê çû Duhaya Qeterê  da ku li wir danûstandinên aştiyê berdewam bikin.

Serepeyv