Civîna 'Aştiya Efganistanê' bi mazûvaniya Pakistanê dê were lidarxistin
Tîrmeh 16, 2021 15:05 Asia/Tehran
Pakistaan bi mebesta pêşdabirina pêvajoya gotûbêjên 'Aştiya Efganistanê' , dê mazûvana konferansa aştiyê bi beşdariya kesayetiyên siyasî yên vî welatî be.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Islam Avayê, Berdevkê Wezareta derve ya Pakistanê ragihand ku Islam Ava dê ji 17 heta 19ê Tîrmeha 2021ê dê mazûvana civîna 'Aştiya Efganistanê' be.
Wî got: Rêberên siyasî yên Efganistanê û rêberên siyasî yên din ên navçeyî jibo beşdariya di vê civînê da hatine vexwendin û wan jî amadetiya xwe jibo beşdariyê ragihandiye.