Tîrmeh 16, 2021 10:05 Asia/Tehran
  • Rûsiye bû endama çavdêr a 'Tevgera Qeydnenasan'

Federasiyona Rûsiyê di konferansa navîndewreyî ya wezîrên welatên endamê 'Tevgera Qeydnenasan' da, qwek endama çavdêr a vê rêxxistinê hat pejirandin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNAyê, Ev biryar di Konferansa navîndewreyî ya wezîrên welatên endamê Rêxistina Navneteweyî ya  'Tevgera Qeydnenasan' (Non-Aligned Movement) ku serokatiya wê aniha di ustiyê Komara Azerbaycanê da ye, hatiye dayîn.

Federasiyona Rûsiyê payîza sala par daxwaza endamtiya çavdêr di  'Tevgera Qeydnenasan' da dabû da ku bi vî awayî bikare hevkariyeke zêdetir tev endamên vê rêxxistinê bike.

 'Tevgera Qeydnenasan' di Konferansa Bilgiradê ya îlona 1961ê ji wan welatan pêk hat ku nedixwestin bibin endamê NATO'yê an jî peymana berê ya Wersawê.

Aniha  'Tevgera Qeydnenasan' ji 120 welatan pêk hatiye ku 17 welat endamên çavdêr in.

 

Serepeyv