Tîrmeh 16, 2021 08:52 Asia/Tehran
  •  Belcîkayê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd nasand

Parlementoya Belcîkayê komkujiya Kurdên Êzdî ya ji aliyê rêxistina DAIŞê ve weke jenosîd nasand.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Peyamnêrê Rûdawê Zînar Şîno ragihan ku parlementoya Belcîkayê duh Pêncşemê 15ê Tîrmeha 2021ê ji bo bi fermî naskirina komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd civiya û ev proje pesend kir.

Zînar Şîno diyar kir ku hemû partiyên Belcîkayê li ser pirsa komkujiya Êzidiyan komdeg bûne û ji 150 endamên parlamentoya wî welatî 139 parlamenteran di naskirina komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd de dengê xwe bi kar anîne û hemûyan dengê belê dane.

Ev proje-biryar ji aliyê Parlamenrê Partiya Krîstiyanên Demokrat George Dallemagne ve hatobû pêşniyarkirin û 30 Hezîrana îsal jî ji aliyê Komîteyên Derve ya parlementoya Belcîkayê proje hatibû pesendkirin.

Parlamentoya Belcîkayê dibe duyemîn parlamento piştî Parlamentoya Hollandayê ku wê komkujiyê weke jenosîd nas dike.

Di destpêka Tebaxa sala 2014an de, çeteyên DAIŞê êrişî sînorê qezaya Şingalê û derdora wê kirin û li hember Kurdên Êzdî ku niştecihên wan deveran in, komkujiyeke mezin pêk anîn.

Li gorî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina revandiyên Êzdî, ji 03/08/2014 heta 03/05/2021ê ji tevaya 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî ku hatine revandin, 3 hezar û 545 kes ji wan hatine rizgarkirin, ku ji 1 hezar û 205 jin, 339 zilam û 45 zarokên keç û 956 zarokên kur, pêk tên. Herwiha 2 hezar û 768 Kudên Êzdî jî, heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Parlamentoya Hollanda roja 6ê Tîrmeha 2021 bi biryarekê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd dabû naskirin.

 

Serepeyv