Tîrmeh 15, 2021 09:53 Asia/Tehran
  •  Moskow ji ber rewşa Efganistanê bi fikar e

Nûnerê serokê Rûsya yê taybet bo Efganistanê Zamir Kabulov got Moskov ditirse ku DAIŞ tevlîheviya ji ber şerê li bakurê Eganistanê bi kar bîne.

Nûnerê serokê Rûsya yê taybet bi Efganistasnê û rêveberê beşê Asya ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zamir Kabulov bi daxuyaniyeke çapemeniyê wiha got: “Rûsya ditirse ku endamên koma terorîst a DAIŞ`ê tevlîheviya ji ber şerê li bakurê Efganistanê bi kar bînin. Ev mijar ji bo me gelek girîng e.”

Kabulov her wiha îdia kir ku endamên Koma Talîban ku vê dawiyê gelek herêmên li bakurê Efganistanê xistin bin kontrola xwe, wekî “dijminên DAIŞ`ê” tên hesibandin.

Şerê di navbera koma Talîban û hêzên hikumeta Efganistanê de dewam dike. Talîbanê di hefteyên dawîn de gelek herêm bi dest xistin.

Hevgavê destpêkirina vekişandina hêzên Amerîka ji Efganistanê, rewşa li Efganistanê xirabtir dibe. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov vekişîna hêzên Amerîkayê wekî mikurhatina Amerîka bi têkçûna xwe li Efganistanê, bi nav kir.

Serepeyv