Talîbanê hişyarî da Tirkiyê
Koma Talîbanê hişyarî daye Tirkiyê û daxwaz jê kiriye wek endamên din ên NATOyê hêzên xwe ji Efxanistanê vekişîne.
Di daxuyaniyekê de îro roja sêşemê 13.07. 2021ê Talîbanê daxwz ji Tirkiyê kiriye serweriya Efxanistanê binpê neke û hêzên xwe ji Efxanistanê vekişe.
Beriya bi demekê Tirkiyê daxwaz ji NATO û Amerîkayê kiribû piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ew amade ne parastina asayîşa balafirgeha navdewletî ya Kabulê bigire stûyê xwe.
Talîbanê ragihandiye ew biryar û daxwaza Tirkiyê ya parastina balafirgeha Kabulê biryareke jîrane nîne. Herwiha Talîbanê hişyarî daye berpirsên Tirkiyê heger ew hêzên xwe ji Tirkiyê dernexin wê rûberûyî wan bibin.
Li gor rêkeftina Amerîkayê û Talîbanê wê Amerîkayê di destpêka meha 9an de ji Efganistanê vekişiya. Lêbêlê hêzên Amerîkayê zûtir ji Efxanistanê derdikevin û hêzeke pirr kêm a Amerîkayê li Efxanistanê maye.
Hefteya borî çekdarên Talîbanê îdia kiribûn ji %85ê xaka Efxanistanê kontrol kirine.
Talîban herwiha diyar kiriye ku Tirkiye welatek îslamî ye û Afxanîstan pê re têkiliyên dîrokî hene û em hêvîdar in piştî damezrandina hukumeta nû pê re têkiliyên xurt û erênî hebin.