Pêşniyara dagirkirina beşeka axa Ermenistanê wek 'Zîvala Ewlehiyê' ya Komara Azerbaycanê
Tîrmeh 12, 2021 18:51 Asia/Tehran
Rêveberê navenda Stratejî û Lêkolînên Navneteweyî ya Komara Azerbaycanê pêşniyar kir ku artêşa vî welatî Zîvala Ewlehiyê bi panatiya 30 kîlomitran li axa Ermenistanê jibo paarstina Komara Azerbaycanê ava bike.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Ed Newsê, Eldar Nemazov, Rêveberê navenda Stratejî û Lêkolînên Navneteweyî ya Komara Azerbaycanê û destyarê berê yê serokomarê Azerbaycanê got: Eger Ermenistan metirsiya rasteqîn jibo sînor û şêniyên navçeyên sînorî yên me pêk bîne, Komara Azerbaycanê divê jibo pêkanîna 'Zîvala Ewlehiyê' amade be.
Wî got: Bi vê riyê em dikarin navçeyên sînorî ji topbarana Ermenistanê biparêzin.