Tîrmeh 09, 2021 12:30 Asia/Tehran
  • Biden vekişandina Amerîkayê ji Efxanistanê pêş xist

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku artêşa Amerîkî dê di 31ê Tebaxê de ji Efxanistanê vekişe.

Biden, di civînek çapemeniyê de li ser vekişîna Amerîkî ji Efxanistanê got ku welatê wî neçûye Efxanistanê ji bo ku neteweyek ava bike.

Biden diyar kir ku ew ji bo berpirsên êrişa 11ê Îlone û Usame bîn Ladîn ketin Efxanistanê û got “Erka me ya li Efxanistanê dê di 31ê Tebaxê de bidawî bibe.”

Biden dibêje ku ew li dijî Talîbanê baweriya wan bi artêşa Efxanistanê heye. Herwiha di derbarê pêvajoya piştî vekişîna Amerîkayê de jî Biden got “Îhtîmala ku hikûmeteke tenê li Efxanistanê welat kontrol bike pir kêm e.”

Serokê Amerîkayê Biden berê ragihandibû ku dê vekişandina ji Efxanistanê di 11 Îlonê de bidawî bibe.

Serepeyv