Tîrmeh 07, 2021 14:12 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Efganistanê: Kontrola zêdetirî 80 bajaran ji destê me derket

Wezîrê karên derve yê Efganistanê îtiraf kir ku Talîban zêdeyî 80 bajaran xistin bin kontrola xwe.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tesnîm, Mehemed Hanîf Etmer di civînekê de digel balyozên herêmê li Kabul got ku hikûmetê kontrola zêdetirî 80 bajaran ji dest da, hin ji wan ji alîyê Talîban ve hatibûn desteser kirin û hin jî hêzên hikûmetê paşde vekişiyan da ku canê xwe xilas bikin.

Wezîrê derve yê Efganistanê got ku Taliban pabendî rêkeftina Qeterê nabe û bang li welatên herêmê û cîhanê kir ku fişarê li Talîban bikin da ku bikevin danûstandinên aştîyê.

Wezîrê karên derve yê Efganistanê ji  desnîşan kir ku Talîban hîn têkiliyên xwe bi komên terorîst re qut nekiriye û eva gefek gengaz ji bo aramiya navçê bi nav kir.

Karzanên siyasî jî dibêjin bila hin welatên cînar ji serketina Koma Taliban şa nebin û xwe nexapînin ku dikarin bi dewleteke tundrew ku li ser ti qanûnekê nasekine dikarin cînaretiyê bikin.

Talîban îdia dike ku di hefteyên borî de zêdetirî 150 bajarok xistine bin kontrola xwe.

Serepeyv