Tîrmeh 07, 2021 11:17 Asia/Tehran
  • Rojnamevan û rewşenbîrê kurd Yûrî Nabîyev koça dawî kir

Kesayetî û rojnamevanê naskirî yê kurd Yûrî Nebiyêv li Moskowê paytexta Rûsyayê koça dawî kir.

Duh sêşemê 06.07.2021ê rojnamevan, nivîskar û kesayetiyê naskirî û Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd û Rûsyayê ji ber nexweşiyê di temenê 68 saliyê de li Moskow koça dawî kir.

Yûrî Şamîl Nabîyev roja 26.10.1953an li bajarê Tiflisê yê Gurcistanê ji dayik bûye û bi rûxana Yekîtiya Sovyetê re di sala 1991an de çûye Moskowê û li wir bi cî bûye.

Sala 1975 li Zankoya Tiflîsê ya Dewletê beşa Fîzîka Atomî xwendiye û di wî warî de xwedî çendîn gotarên zanistî ye.

Di salên zankoyê de Yûrî bi awayekî çalak di karûbarên diyasporaya kurdên Gurcistanê de rol digre. Bi însiyatîva wî, sala 1974 di Komîteya Komsomolê ya bajarê Tiflîsê de Civata Ciwanên Kurd tê vekirin. Nebiyêv salên dirêj serkariya heman civatê dike, ku di jiyana kurdên Gurcistanê de rola xwe ya giring hebû.

Sala 1990 Yûrî Nebiyêv dibe yek ji damezrînerên Komela Kurd a “Ronahî”. Û sala 1993 di yekemîn Kongreya Kurdên Yekîtiya Sovyetê de weke Serokê Civata Rêveber a Yekîtiya Kurdên Hevalbendiya Dewletên Serbixwe (yên Soviyeta berê) tê hilbijartin.

Sala 1994ê Nebiyêv dibe Serokê Yekîtiya Navneteweyî ya Komelên Kurd, ku hemû rêxistinên civakî yên Sovyeta berê tê de cih digirtin. 

j Nebiyêv çendîn sal bûbû Rawêjkarê Nûrnerê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Rûsyayê û edîtoriya rojnama Kurdistan kiriye, herwiha malpera www.kurdistan.ru jî girtibû ser milên xwe.

Yûrî Nabiyev berpirsê Giştî yê Malpera Riataza.comê bû û derbarê dîrok, siyaset û rewşa kurdan bi dehan gotar belav kirine. 

Serepeyv