Tîrmeh 03, 2021 21:55 Asia/Tehran
  • Li Deryaya Spî qayîxa penaberan noqî avê bû: 43 penaberan canê xwe ji dest dan

Li Tûnisê ji ber qayîxa penaberan noqî avê bû, 43 penaber xeniqîn û 84 penaber jî hatin rizgar kirin.

Xaça Sor a Tûnisê ragehand, qayîxa penaberên neyasayî têde noqî avê bûye.

Hat ragehandin qayîxa ku 130 penaberên ku ji bajarê Zuvare ya li bakurê Lîbyayê ve dixwestin xwe bigehînin Îtalyayê, li derdora avên Tûnisê noqî avê bûye.

Di karesatê de herî kêm 43 penaber xeniqîn û 84 kes jî hatin rizgar kirin.

Hat ragehandin penaberên neyasayî ji Misir, Sudan, Erître û Bengladeşî bûne.

Serepeyv