Tîrmeh 01, 2021 21:59 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê avahiyek hilweşiya û 18 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Miami yê ser bi eyaleta Florida ya Amerîkayê, avahiyekî 13 tebeq ji ber beşekî wê hilweşiya 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Seroka şaredariya Miamiyê Daniella Levine Cava ji çapemeniyê re ragehand, di xirbeyên avahiyê de lêgerîn û xebatên rizgar kirinê berdewam dikin û herî dawiyê jî termê 2 zarokan hatiye derxistin.

Herwaha ragehand, termê herdu zarokên hatine derxistin yek ji wan 10 salî, yê din jî 4 saliye û xwîşkên hev in. Cava ragehand heta naha ji 145 kesên din ên di bin xirbeyan de jî mane ti agahiyek tine.

Daniella Levine Cava got; ''Di bûyerekî waha ya qet nedihate hêvî kirin û nişkawa pêkhat de her mirinek trajik e, lê barê mirina zarokan gelek giran e.''

Hat zanîn îro serokê Amerikayê Joe Biden û hevjîna wî Jill Biden jî dê serdana wê herêmê bikin û li gel gelek malbatan jî hevdîtin pêkbînin û xebatan di cîh de kontrol bikin.

Serepeyv