Erdhej li Efganistanê
Hezîran 25, 2021 11:32 Asia/Tehran
Erdhejek bi mezinahiya 5.1 pileya Richter vê sibê (Înê) Kabul û gelek bajarên din ên Efganistanê hejandin.
li gorî IRNAyê, Bingeha Sîsmolojiya Navneteweyî ragihand ku navenda erdhejê 18 kîlometran di bin erdê de li bajarê Bagram, 13 kîlometriya başûrê rojavayê Çarîkar, navenda wilayeta Parwan a bakurê Kabulê ye.
Derbarê xisarên erdhejê û mirî û birîndar ji ber wê hîn ti raporek belav nebûye.
Efganistan yek ji wan welatan e ku erdhej lê pir diqewmin.