Civîna duyem a Biden û Pûtîn li Swîsrayê
Civîna duyemîn a Serokên Rûsya û Amerîkayê îro berêvarê li Cenevraya Swîsrayê li dar ket.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, berdevkê serokwezîrê Rûsyayê Dmitry Peskov got, gera duyem ya danûstandinên di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Joe Biden li Cenevraya Swîsrayê, êvara Çarşemê li dar ket.
Tûra yekem a danûstandinên navbera Putin û Biden roja Çarşemê piştî nîvro pêk hat û bi qasî du saetan dom kir.
Piştî plansazkirina bi hefteyan, serokên Rûsiya û Amerîkayê aqubet îro li Cenevrayê ya Swîsrayê civiyan.
Pûtîn piştî gehişt cihê hevdîtina dualî ya bi Biden re, hêvî kir ku ev civîn berhemdar û bi feyde bibe. Herwiha Biden jî hevdîtinên wiha ji bo çareseriya pirsgirêkan riya herî baş da zanîn.
Civîna Putin û Biden di demekê de ye ku alozî di navbera Rûsya û Amerîkayê de zêde bûne û karbidestên Rûsî dibêjin ku ew ji hevdîtina her du serokan ji bo çareserkirina cûdahiyên kûr pêşkeftin an mucîzeyek çaverê nakin.