Hezîran 16, 2021 23:51 Asia/Tehran
  • Hevdîtina yekem a Putin û Biden li Swîsreyê

Gereke danûstandinên rasterast ên di navbera Serokomarê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putîn bi dawî bû, lê civînên ku îro li Swîsre dest pê kirine, berdewam in.

Li gor serokayetiya Rusyayê, Krmlînê gereke danûstaninên rasterast a Putin û Biden bidawî bû.

Joe Biden û Viladîmîr Putin li tenişt hev li Pirtûkxana Koşka La Grange ya dîrokî ya Cinevê rûniştin.

Di despêka civînê de, tenê wezîrên derve yên herdû welatan û 2 wergêran amadebûn.

Viladîmîr Putin spasya Biden kir bo destpêşxeriya civînê û xwest ku encamên wê yên baş hebin. Piştre herdu welatan, şandeke xwe ya 5 kesî derbasî nav civînan kirin. Rêzeke civînên tên kirin, kesên pispor û pile bilind beşdar dibin. 

Babetên gengeşeyê gelek in, lê hemû nakevine ser maseya gotûbêjan. Biryar e piştî civînê, her yek ji serokan bi cuda konferansa rojnamevanî bike.

Tê pêşbînîkirin, Amerîka mijarên weke êrîşên elektronî, destêwerdana di helbijartinan da, Ukrayne û mafê mirovan ji wan rewşa Alexei Navalny bijehrê xistina wî û zîndanîkirina wî ligel Rusya gotûbêj bike.

Biden û Putin di civîna xwe de bi kurtî ji bo rojnamevanan axivîn gotin hê jî gelek mijar hene ku ew li ser asteke bilind bixwazin bi hevre bicivin. 

Piştî despêbûna serokomariya Joe Biden nakokî û dijberiyên Amerîka û Rûsyayê kûrtir bûn û hikûmeta biden ambargo û cezayên nû li dijî Rûsyayê sepandin.

Serepeyv