Hezîran 16, 2021 09:03 Asia/Tehran
  • El-Mismarî: Serdana Akar bo Lîbyayê ya bê koordîne serweriya dewletê bin pê dike

Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê General Ehmed El-Mismarî diyar kir ku derbasbûna wezîrê parastinê yê Tirkiye Hulusî Akar a bê koordîne û çûyîna wî ji nişkêve bo Terablusê binpêkirina serweriya dewleta Lîbyayê ye.

El-Mismarî duh di kongreyeke çapemeniyê ya li Bingaziyê de got artêşa Lîbyayê ji bo aştiyê şer dike û destnîşan kir ku hilbijartin dê di dema wê ya diyar de li dar bikevin.

Her wiha El-Mismarî gotinên ixwanan û dijber û rexnekarên artêşa Lîbyayê derbara vê yekê ku artêş dixwaze dewletê bike hêzeke leşkerî şermezar kir û got: “Ên ku bênavber leşkerkirina dewletê red dikin, li ser mijara derbasbûna wezîrê parastinê yê Tirkiyê bê koordîne ji welêt re çi gotin?”

El-Mismarî serdana Akar a bê koordîne bi sûc bi nav kir û wiha domand: “Dewleta Tirkiyê hemû lîbyayî ji baregeha Miîtîq derxistin da ku hêzên wê, wê baregehê têxe bin kontrol xwe, piştre jî wezîrê wê yê parastinê li baregehê bi generalên Tirk re civînan li dar dixe."

El-Mismarî her wiha got, di balafirgehê de kî bi Akar re bû? Gelo yek ji fermandarên El-Qaîdê pê re bû? Gelo çekên di navneteweyî de qedexekirî pê re bûn?

El-Mismarî li aliyekî din gotegotên der barê astengkirina lidarxistina hilbijartinan ji aliyê artêşê derewandin û got: “Çendîn em nêzî 24`ê Kanûnê dibin, gotegotan belav dikin ku fermandarê artêşê Xelîfa Heftar dê tev bigere yan jî artêşa Lîbyayê dê êrişî Terabulsê bike. Ji vê yekê armanc dikin ku sewqiyatên din bînin herêmê."

Heftar di dawiya kongreyê de hişyarî da ku wê li herêma başûrê rojava êrişeke terorî pêk were.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akara şemiyê ji nîşkêve serdana Miîtîq kir. Agahiya rêveberiya balafirgehê ji vê serdanê de tune bû. Akar di serdanê de gotibû Lîbya warê Tirkan e û Tirkiye warê lîbîyan e, ev jî bi mebesta ku ew naxwazin ji welêt derkevin û çeteyan jê derxin.

Serepeyv