Hezîran 15, 2021 09:53 Asia/Tehran
  •  Li pêş baregeha NATOyê ‘binpêkirinên Tirkiyê’ li bakurê Sûriyê hatin prostestokirin

Li paytexta Belcîkayê bajarê Brukselê li dijî kiriyarên Tirkiyê yên li Bakurê Sûriyê sekneke protestokirinê li pêş baregehê NATOyê hat birêvebirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li Brukselê mitîngeke protestokirinê li pêşiya baregehê NATO ji bo şermezekirina binpêkirinên Tirkiyê li dijî herêmên Kurdî li Bakurê Sûriyê birêve çû.

Rêxistinên Ewropayê yên herdu partiyên El Wehdê û Partiya Pêşverû dibêjin, bi mebesta ji bo Tirkiyê bikeve bin zexteneke navdewletî ji bo rawestandina binpêkirinên xwe û çekdarên wê yên ser bi Îtîlafê ve, ew çalakî kirine.

Endamê Desteya Qanûnî ya Kurd Hisên Naso jî got: “Em îro wek Desteya Qanûnî ya Kurd û 34 rêxistinên din ên sivîl hatine vê derê ji bo banga xwe bigihînin cîhanê û wan kiriyarên terorîstî yên li deverên Kurdî yên Bakurê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve dibe bidin nîşandan. Em dixwaxin Biden dengê me bibihîse fişarê li ser Erdogan bike ku dawî li dagirkeriya xwe bîne û ji deverên Kurdî vekişe.”

Çalakvan Xoşnav Mûsa jî diyar kir ku li pêş baregeha NATOyê dengê xwe bigihînin serkirdeyên cîhanî ku rê li ber binpêkirinên li Efrînê û deverên din ên Bakurê Sûriyê dibin.

Lûtkeya NATOyê îro li Brukselê bi beşdariya serkirdeyên welatên endam ên Hevpeymaniya NATO birêve çû.

Serepeyv