Hezîran 14, 2021 22:14 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê di êrîşeke çekdarî de 12 kes mirin

Li Nîjeryayê ji aliyê kesên çekdar ve êrîşek pêkhat û 12 kesan jiyana xwe ji dest da.

Fermandarê polîsê eyaleta Soko Sanusî Abubekir ragehand, ji aliyê kesên nasnamên wan nediyar ve êrîşeke çekdarî li Maikujera ya ser bi herêma Rabahê pêkhatiye û di êrîşê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne

Sanusî Abubekir ragehand, tê gotin kesên çekdar hin rûniştiyên herêmê revandine, lê ew gotegot nerast in.

Li Nîjeryayê ji ber kesên çekdar di demên dawî de bi motosîkletan êrîş pêkdianîn, li wî welatî bikaranîna motosîkletan li hin eyaletan hatibû qedexe kirin.

Serepeyv