Hezîran 14, 2021 07:18 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​Di lûtkeya G7 de: Biden soz da ku bi Pûtîn re bicive

Serokên dewletên G7, lûtkeya ku duh li Brîtanyayê li dar xistibûn bi dawî kir, tê de li ser sekinîna li hember serweriyên Çîn û Rûsyayê, belavkirina milyarek derziyên li dijî vîrusa Koronayê û lezbûna sekinîna li hember guhartina avhewayê li hev kirin.

Di encamnama lûtkeyê de hat gotin ku dewletên G7 dê di sala bê de milyarek derziyên li dijî vîrusa Koronayê belav bikin, dê bi beşa taybet, G7 û dewletên din re ji bo piştevaniya zêde di çend mehên bê de bixebitin.

Serowezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel diyar kir ku ew li ser dabînkirina derziyên vîrusa Koronayê dixebitin.

Serokên dewletên G7 soz da ku dê li hember guhartina avhewayê bisekinin, Co2 bi hatina 2030 re kêm bikin û alîkariyên madî ji dewletên xizan re pêşkêş bikin.

Têkildarî aliyê siyasî, serokomarê Amerîkayê Jeo Biden piştî bidawîbûna lûtkeyê di civîneke çapemeniyê de got, welatê wî bi rêya lûtkeya G7 vegerî dîplomasiya navnetweyî.

Biden destnîşan kir ku parastina NATO’yê erkeke pîroz e û hêzên demokrat bi wê destpotiyê (dîktatoriyê) re hevrik in.

Biden, Pûtîn bi neîtîrafkirina bi mîsaqên navneteweyî tawanbar kir û wiha got, ew ê pê re zelal be. Her wiha bang li Çînê kir ku têkildarî pandemiya vîrusa Koronayê zelal be.

Biden eşkere kir ku ew şerê bi Rûsyayê re naxwaze û dixwaze dozên bigirêk çareser bike.

Biden da zanîn ku ew têkildarî têkiliyên di navbera Amerîkayê û Rûsyayê de ku "nuqteyeke nebaş e"bi Pûtîn re li hev dike.

Serepeyv