Li Pakistanê di bûyereke hatûçûnê de 23 kes mirin
Hezîran 12, 2021 22:01 Asia/Tehran
Li eyaleta Beluçîstanê ya Pakistanê otobûseke rêwiyan ji ber leza zêde qulibî û di encamê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetir ji 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor çapemeniya herêmî rayedaran ragehand, li herêma Kuzdar a eyaleta Beluçîstanê otobûseke rêwiyan ji ber leza zêde nekarî çepê bizivre û qulibî.
Rayedaran ragehandin di bûyerê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetir ji 30 kesan jî birîndar bûne.
Hat ragehandin zêdetir ji şiyana otobûsê rêwî di otobûsê de hebûne û heta li ser ban jî hin kes siwar bûbûn.
Hat ragehandin gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûne cîhê bûyerê.