Hezîran 09, 2021 13:48 Asia/Tehran
  •  Blinken: Tirkiye wek hevpeymana NATOyê tevnagere

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bersiva pirsên senatoran da û got, “Di gelek waran de Tirkiye wek hevpeymaneke NATOyê tevnagere ku pêwîst e bike.”

Li gorî rapora Rûdawê, Antony Blinken, li Komisyona Peywendiyên Derve ya Senatoyê di rûniştina derbarê butçeya Wezareta Derve de bersiva pirsên senatoran da.

Senatorê Demokrat Robert Menendez di rûniştinê de rexneyên tund li Tirkiyê girtin û ev pirs arasteyî Blinken kir, “Bo min cihê matmayîbûnê ye; îro zêdetir rojnamevan û parêzer li hevpeymana NATOyê hatine girtin, bi baweriya min dema Tirkiye gefan li Qibrisê û herêma wê ya aborî ya taybet dixwe, dema diçe Lîbyayê û herêma aborî îlan dike ku ji aliyê tu kesî ve nayê naskirin, destwerdana herêma aborî ya taybet a Yûnanê dike, dema bi rêya Azerbaycanê dijî Ermenîstanê dikeve tevgerê, dema li Lîbyayê rolekî bêpergal dilîze, bi berdewamî qanûnên

navnetewî binpê dike. Wê demê em li dijî Tirkiyeya di jêr îdareya Erdogan de çi dikin? Ez dibêjim Tirkiyeya di jêr îdareya Erdogan de ji ber ne tiştekî girêdayî gelê Tirkiyê ye lê bêguman bi serkirdeyê wê ve girêdayî ye.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di bersiva pirsê de diyar kir ku ew jî li gel van fikaran in û van mijaran rasterast ligel Tirkiyê gotûbêj dikin.

Blinken got, “Ez ji vê piştrast im ku hefteya bê dema Serok Biden ligel Serokkomar Erdogan hevdîtin pêk anî, ev mijar dê di rêza yekem de cîh bigrin. Mijarên we rêz kirin jî di nav de cudahiyên me yên ligel Tirkiyê ne veşartî ne.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir, “Di gelek waran de Tirkiye wek hevpeymaneke NATOyê tevnagere ku pêwîst e bike. Ne tenê kirîna S-400an ji Rûsyayê, ji vê jî zêdetir pêngavên wê yên li Rojhilatê Deryaya Spî bêzarker in.”

 

Serepeyv