Hezîran 07, 2021 00:16 Asia/Tehran
  • Li Burkîna Fasoyê 160 sivîl hatin kuştin

Îro Çavkaniyên nûçeyan diyar kirin ku di encama êrişên dawiyê ser Burkîna Fasoyê bi taybet li gundekî bakurê vî welatî 160 sivîl hatin kuştin.

Êrîşkaran gundê Solhanê kirin hedef, ku gund bi ser bajarê Yaghayê ve ye û li ser sînorê Nîjerê dimîne.

Li gorî saloxdariyên  hikûmetê êrîşkaran gundî kuştin, mal û cihê bazarê dane ber êgir.

Hikûmetê ji êrîşkaran re got, 'terorîst', heta vê gavê ti komê ev komkujî li xwe negirtiye.

Li herêma Sahelê ji serê salê û wir ve komên cîhadî yên radîkal ên bi ser El Qaîde û DAÎŞ'ê ve êrîşan tînin.

Êrîşan bêhtir dibin ser Burkîna Faso, Malî û Nîjerê. Berdêla giran sivîl didin.

Piştî komkujiya li Burkîna Fasoyê şîna netewî ji bo 72 saetan hate ragihandin.

Bi êrîşa komên çete yên ku bi 'çete'tiyê têne binavkirin, ji sala 2015'an û wir ve li Burkîna Fasoyê zêdetirî 1400 kesî hatine kuştin, ji milyonekê zêdetir mirhov ji bêgavî şûnwarên xwe berdan.

Serepeyv