May 31, 2021 08:46 Asia/Tehran
  • Êrişa bi çek li Amerîkayê- 2 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn

Êvara çûyî yekşemê 30.05.2021ê di êrîşeke çekdarî de li wîlayeta Florîdayê ya Amerîkayê 2 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Duh yekşemê di êrîşekê de li wîlayeta Florîda ya Amerîkayê de 2 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyekê ji polîsê Amerîkayê da zanîn 3 kesan êrîşî hemwelatiyan kirin û 2 kes ji ber wê êrîşê mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Herwiha li gor zanyariyên wê çavkaniya emnî 3 êrîşkar ji otomobîlê daketine û bi klaşnîkof û demançe êrîşî komekê kirine ku aheng digerandin.

Cihê behsê ye beriya bi hefteyekê jî ji ber êrîşeke din a çekdarî li Florîdayê 5 kes miribûn.

Serepeyv