May 28, 2021 20:24 Asia/Tehran
  • Endazyar û plansazê bajêr û Afirînerê BRT'ê yê ji Brezîlyaye Jaime Lerner mir

Endazyar û plansazê bajêr ê ji Brezîlyaye Jaime Lerner di 83 saliya xwe de mir. Nexweşxaneya Zanîngeha Mackenzie Evangelicalê ragihand ku ji ber nexwexiya gurçikan a kronîk ew miriye.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Pergala birin û anîna rêwiyan bi otobusên dirêj ku navê wê "Bus Transit Fast" (BRT) ye wî çêkiribû. Ev BRT li Stenbola Tirkiyeyê wekî "Metrobus" hatiye binavkirin.

Lerner di salên 1970'yan de li bajarê Curitiba yê li başurê Brezîlyayê şaredar bû. Wê demê wî ev pergal saz kir û li dinyayê belav bû.

Ji ber ji metroyê erzantir û hêsantir bû wî ev pergal saz kir, li bajarê xwe bi rê ve bir û paşê li hin welatên dinyaye belav bû. Heta niha ligel bajarên Bogota, Brisbane, Johannesburg, Marakeşê li dor 250 bajaran ev pergal tê bikaranîn. Li Stenbolê di sala 2007'an de ligel hin rexneyan jî dest bi çêkirina vê pergalê kirin.

Endazyar Larner di navbera salên 1971-1974, 1979-1983 û 1989-1992'yan de sê serdeman şaredarê Curitibayê bû, di navbera salên 1995-2002'Yan de jî waliyê eyaleta Paranayê (Curitiba paytexta vê eyaletê ye) bû. Larner li ser plansaziyan bajaran hin pirtûk nivîsandine. Di sala 2010'an de kovara Timeê ew şist nav lîsteya 100 kesên navdar.

Serepeyv