May 28, 2021 10:53 Asia/Tehran
  •  Macron berpirsiyariya Fransayê di qirkirina Ruandayê de qebûl kir

Serokkomarê ransayê Emmanuel Macron qebûl kir ku rola welatê wî di jenosîda Ruandayê de ya ku di 1994an de bêtirî 800 hezar kes miribûn de hebûye, lê diyar kir ew ne hevkarê sûcê bûne.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Emmanuel Macron ji bo serdaneke fermî çû Ruandayê û di axaftina xwe ya li ber bîranîna jenosîdê de got “Ji bo berpirsiyariyên me nas bikim, ez hatim.”

Macron di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta Fransî ya wê demê bi rastî aliyê rêvebirîya Ruandayê bû, ya ku jenosîd pêk anî û got “Li Ruandayê rol, paşeroj û berpirsiyariyeke siyasî ya Fransayê heye.”

Macron diyar kir ku erka Fransayê ye ku li rûyên kesên ku êşê dikişînin binêre û êşa wan qebûl bike ya ku bûye sedem. Herwiha Macron destnîşan kir ku welatê wî demek dirêj li hember heqîqetan bêdeng maye.

Serokkomarê Fransayê Macron got “Fransa ne hevkarê sûcê bû, Xwîna ku rijiyaye li çek û destên leşkerên wan neketine.” Macron ragihand ku Fransa tevlî  pevçûna ku ji 1990an ve mîras maye bûye û hişyarîyên li ser rewşa welat paşguh kiriye.

Macron diyar kir ku welatê wî, dema ku hewl dida pêşî li pevçûna herêmî an şerê navxweyî bigire, guh neda hemû hişyariyan û li tenişta kesek ku jenosîd pêk anî sekinî, bi vî rengî beşdarî çerxa ku pir xirab xilas bû.

Macron di 10 salên dawî de yekemîn Serokkomarê Fransayê ye ku serdana Ruandayê kir û dibêje “Tenê kesên ku di van demên tarî re derbas kirine dikarin bibexşînin, diyariya bexşînê bidin me.”

Di meha Adarê de raporta ku di derbarê jenosîda Ruandayê ji bo Macron hatibû pêşkêşkirin de, hatibû diyarkirin ku di jenosîdê de berpirsiyariyek giran a Fransayê hebûye, lê tiştek nehtiye nîşandan ku ew hevkarê sûcê ne.

Serokkomarê wê demê François Mitterrand di raporta ku tekez kiribû ku Fransa di jenosîdê de roleke girîng lîstiye wiha gotibû “Fransa ji amadekirina jenosîdê kor tevgeriya.”

Bi hewldanên Hikûmeta Ruandayê kompanyeya hiqûqê ya Amerikayê “Levy Firestone Muse” raportek amade kir û tê de hatibû gotin ku di jenosîda Ruandayê de berpirsiyariyeke Fransayê ya giring hebûye û Hikûmeta Fransayê ji rojeva jenosîda rejîma Hutuyan bê agahdar nebûye, rê li ber jenosîdeke pêşbînkirî vekiriye.

Li Ruandayê di sala  1994an de, balafira serokê dewleta Ruandayê Juvenal Habyarimana hatibû xistin û Hûtûyan ji ber vê yekê Tûtsiyan wek berpirs girtin û li dîjî Tûtsiyan jenosîd hatibû destpêkirin. Li Ruandayê jenosîd 100 roj hat domandin û ji 800 hezar zêdetir Tûtsî jiyana xwe ji dest dan.

Fransa ji aliyê raya giştî ya navneteweyî û navxweyî ve ji bo ku demek dirêj piştgiriya hikûmeta Hûtûyan ya ku jenosîd pêk anîye, tê rexnekirin.

Fransayê di 23ê Hezîrana 1994an de Operasyona Turquoise da destpê kirin ku li başûrê rojavayê welêt ji penaberan re herêmeke ewle çêbike. Fransa cihê ku rê li ber jenosîdê bigre, ji ber ku çek û cebilxane peyde kiriye hatibû şermezarkirin.

 

Serepeyv