May 27, 2021 21:38 Asia/Tehran
  • Macron berpirsiyariya Fransayê di qirkirina Ruandayê de qebûl kir

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron qebûl kir ku rola welatê wî di jenosîda Ruandayê de ya ku di 1994an de bêtirî 800 hezar kes miribûn de hebûye, lê diyar kir ew ne hevkarê sûcê bûne.

Emmanuel Macron ji bo serdaneke fermî çû Ruandayê û di axaftina xwe ya li ber bîranîna jenosîdê de got “Ji bo berpirsiyariyên me nas bikim, ez hatim.”

Macron di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta Fransî ya wê demê bi rastî aliyê rêvebirîya Ruandayê bû, ya ku jenosîd pêk anî û got “Li Ruandayê rol, paşeroj û berpirsiyariyeke siyasî ya Fransayê heye.”

Di vî halî de serokkomarê Fransayê Macron got “Fransa ne hevkarê sûcê bû, Xwîna ku rijiyaye li çek û destên leşkerên wan neketine.” Macron ragihand ku Fransa tevlî  pevçûna ku ji 1990an ve mîras maye bûye û hişyarîyên li ser rewşa welat paşguh kiriye.

Macron di 10 salên dawî de yekemîn Serokkomarê Fransayê ye ku serdana Ruandayê kir û dibêje “Tenê kesên ku di van demên tarî re derbaskirine dikarin bibexşînin, diyariya bexşînê bidin me.”

Serokkomarê wê demê François Mitterrand di raporta ku tekez kiribû ku Fransa di jenosîdê de roleke girîng lîstiye wiha gotibû “Fransa ji amadekirina jenosîdê kor tevgeriya.”

Bi hewldanên Hikûmeta Ruandayê kompanyeya hiqûqê ya Amerikayê “Levy Firestone Muse” raportekî amade kir û tê de hatibû gotin ku di jenosîda Ruandayê de berpirsiyariyeke Fransayê ya giring hebûye û Hikûmeta Fransayê ji rojeva jenosîda rejîma Hutuyan bê agahdar nîbûye, rê li ber jenosîdeke pêşbînkirî vekiriye.

Li Ruandayê di sala  1994an de, balafira serokê dewleta Ruandayê Juvenal Habyarimana hatibû xistin û Hûtûyan ji ber vê yekê Tûtsiyan wek berpirs girtin û li dîjî Tûtsiyan jenosîd hatibû destpêkirin. Li Ruandayê jenosîd 100 roj berxwe da û ji 800 hezar zêdetir Tûtsî jiyana xwe ji dest dan.

Serepeyv