May 17, 2021 20:33 Asia/Tehran
  • Li Endonezyayê keştiya biçûk a turîstan noqî avê bû û 7 kes mirin

Li Endonezyayê turîstên ku xwestin selfî bikşînin bûn sedem karesatek pêk bê û 7 kes jiyana xwe ji dest bidin.

Li Endonezyayê keştiyeke biçûk a turîstan, ji ber ku turîstan xwest selfî bikşînin û hemû bikevin yek wêneyê, hemû giranî çû aliyekî keştiyê û ji ber wê jî keştî wergeriya û noqî avê bû.

Li gor nûçeya Independet a çavkaniya xwe spartiye çapemeniya Endonezyayê ji ber wê bûyerê 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor îdayekî din jî ji ber ku ajokarê wê keştiya biçûk zarokekî 13 salî bûye û ji hejmara pêwîst zêdetir kes li wê keştiyê siwar bûne noqî avê bûye.

Hat ragehandin bejna wê keştiya biçûk 6.5 metre ye û herî zêde 14 kes divê lê siwar bibin. Li gor daxuyaniya polîs jî 20 kes li wê keştiyê siwar bûne.

Hat ragehandin 11 kes ji aliyê tîmên çûne herêmê ve hatine rizgar kirin, lê lêgerînên rizgar kirina 2 kesan hîn gî berdewam dike.

Serepeyv