Piştî agirbesta 3 rojan li Efganistanê şer dîsa dest pê kir
May 17, 2021 09:04 Asia/Tehran
Piştî 3 rojan ji agirbestê ya bi boneya cejna Remezanê, duh şer di navbera koma Talîbanê û hêzên hikumeta Efganistanê de li wîlayeta Hêlmendê ya başûrê vî welatî careke din dest pê kir.
Li gorî agahiyên ji berdevkê leşkerî yê Efganistanê û rayedarên herêmî dane, li paytexta wîlayeta Hêlmendê Leşkerqahê di navbera koma Talîban û hêzên hikumeta Efganistanê de şerên dijwar derketin. Ji 1`ê Gulanê ve piştî vekişîna artêşa Amerîkayê ji wîlayeta navborî, şerên tund rû didin.
Serokê meclisa wîlayeta Hêlmendê Etaullah Efgan ji AFP`ê re wiha got: “Şer vê sibehê dest pê kir û hîna dewam dike.”
Efgan destnîşan kir ku endamên Talîbanê êrişî nuqteyên kontrolê yên li derdora Leşkerqahê û li herêmên din kiriye.