May 15, 2021 12:33 Asia/Tehran
  • Behramgerra çînî li ser gerestêrka Behramê daket

Rêxistina Neteweyî ya Fezayî ya Çînê (CNSA) qala daketina serketî ya behramgerra çînî li cihê diyarkirî li gerestêrka Behram anku Marsê kir.

Li gorî rapora Xinhuayê, Rêxistina Neteweyî ya Fezayî ya Çînê (CNSA) roja Şemiyê ragihand ku li gorî plandarêştinan Behramgerr derbasî atmosfera renî û zelal a gerestêrka sor bû û li navçeyekê ku pêştir Lander Wikinga 2 ya NASAyê sala 1976an daketibû, daket.

Ev behramgerr ku beşeka ji gerûngerra  Tianwen-1 e, pêjhatî ji Xolgehgerek, astnişînek (li ser Behramê) û Behramgerreke bi navê Jorong e ku di Tîrmeha 2020î da ji Haniyana başûrê Çînê bo feza hatiye avêtin.

 

Serepeyv