May 15, 2021 00:04 Asia/Tehran
  • Di teqîna li mizgefta li Kabul de bi dehan kuştî û birîndar

Li paytexta Efganistanê, Kabulê, li mizgeftekê teqînek terorîstî hat kirin û bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a AVA, terorîstan roja Înê mizgeftek li devera Qele Murad Beyk ya bajarê Şeker Dere li bajarê Kabulê dema ku nimêjkeran nimêj dikirin bombe teqandin.

Berdevkê polîsê Kabul Ferdows Feramarz got 12 kes, di nav wan de Muftî Numan, melayê mizgefta Hacî Bexşî, di peqînê de hatin kuştin û bêtir ji 15 kesên din birîndar bûn.

Muftî Nu'man kesayetek dijî DAIŞ û Wehabiyan bû ku gelek caran li dijî Wehabîzmê û koma terorîst a DAIŞê pdieyivî.

Dibe ku jimara qurbaniyên vî cinayeta terorîstî zêde bibe.

Di vê hefteyê de li Kabulê ev teqîna duyemîn a bi xwîn e.

Di encama teqîna terorîstî li dibistana keçikan Seyyid el-Şuhedaya Kabul de 85 kes şehîd û 125 birîndar bûn.

Serepeyv