May 12, 2021 16:54 Asia/Tehran
  • Çavkaniyên dîplomatîk dibêjin Martin Griffiths dê îstîfayê bike

Hin dîplomatan eşkere kir ku nûnerê NY`yê yê Yemenê Martin Griffiths piştî ku nikaribû aloziya Yemenê çareser bike, dê di demeke nêzîk de ji peywira xwe îstîfa bike.

Li gorî AFP'ê, Martin Griffiths ku ji Nîsanê ve ji erka cîgirê sekreterê giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re hatiye hilbijartin dê di demek nêzîk de ji peywira xwe ya nûnertiya NY`yê ya Yemenê îstîfa bike.

Vê dawiyê nûnerên dewleta rizgariya Yemenê bi hegera ku Griffiths bêteref nîne hevdîtinên pê re red kiribûn. Bi wê yekê li ser berdewamkirina Griffiths di peywirê de guman çêbûbûn.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja înê derbarê vê helwesta dewleta rizgariya Yemenê nerazîbûn nîşan dabû û ew şermezar kiribû.

Her wiha îhtîmal heye ku Griffiths erka cîgiriya sekreterê giştî yê kar û barên mirovî ya NY`yê bigire.

Serepeyv