Zêdebûna kuştiyên kiryara terorîst li dijî xwendingeha keçikan li Kabulê
Jimara kuştiyên êrîşa terorîstî ya li dibistana keçan a Seyd el-Şuheda ya li rojavayê Kabulê (paytexta Efganistanê) gihîşt 85 kesan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Ariana Newsê ya Efganistanê, Cîgirê duyemîn ê serokkomarê vî welatî, Muhemed Serwer Danêş, piştrast kir ku jimara kuştiyên êrişa terorîstî ya ser dibistana keçikan li rojavayê Kabulê gihiştiye 85 kesn û 150 kesên din jî birîndar bûne.
Berî vê yekê jimara birîndarên vê bûyera terorîstî 68 kes hatibû ragihandin.
Li gorî raporê, meytên keçikên xwendevan di nav xemgîniya welatiyên Kabulê de hatin veşartin. di nav qurbaniyên vê kiryara terorîstî demeyteke tîke tîke bûyî yê xwendevane hebû ku nehat naskirin û bi tenê ji defterçeyek mabû.
Roja Şemiyê terorîstan li ber dibistana keçikan a Seyd el-Şuheda ya li rojavayê Kabulê teqandin ku heya niha ti komekê ev êrişa terorîstî negirtiye ser xwe, lê belê hikûmeta Efganistanê wê karê Koma Taliban dizane û ev koma jî wê davêje ustiyê koma terorîst a DAIŞê. Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ev bûyera terorîstî bi befiretî şermezar kirin.
Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê di beyannameyekê de tawana terorîstî ya li ber xwendingeha keçikan li Kabul bi tundî şermezar kir û ev tawana mezin wek komployek Amerîkî ji bo vejandina terorîzma Tekfîrî û vegerandina şer û bêewlehiyê nav Efganistanê binav kir.