May 07, 2021 10:57 Asia/Tehran
  • Teqeziya dubare ya Amerîkayê li ser piştevaniya ji tevlîbûna Ukraynê li NATOyê

Ofîsa serokomariya Ukraynê qala piştevaniya dubare ya Amerîkayê ji tevlîbûna Ukraynê li NATOyê kir.

Li gorî rapora ajansa Riyanûvêstiyê, Andirê Yirmak serokê ofîsa Vladîmîr Zilinskî serokomarê Ukraynê ragihand ku Antonî Blînken wezîrê karên derve yê Amerîkayê di hevdîtina xwe ya roja Pêncşemiyê tev Zilinskî careke din ew dilniya kiriye ku Waşîngton pişta tevlîbûna Ukraynê li NATOyê digire.

Ofîsa serokomariya Ukraynê bi daxuyaniyekê ragihand: Amerîkayê careke din destnîşan kir ku ji tevlîbûna Ukraynê li NATOyê piştigriyê dike. Helbet gelek welatên endamê vê rêxistinê hene ku divê derbarê tevlîbûna Ukraynê li NATOyê nêrîna xwe bibêjin û ji ber vê yekê hewildana di vî warî da didome.

 

Serepeyv