May 06, 2021 10:53 Asia/Tehran
  • Li Nîjerê di êrîşeke çekdarî de 20 kes mirin

Li Nîjerê di êrîşa kesên çekdar de 16 leşker û 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya artêşa Nîjerê bi nivîskî ragehandiye, nêzîkî 200 kesên çekdar li herêma Banibangu ya li rojavayê welat êrîş kirin û hêzên ewlehiyê jî bersiva wan daye û li ser vê yekê şer û pevçûn derketiye.

Li gor heman daxuyaniyê 16 leşker û 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û hin leşker jî winda ne.

Li rojavayê Nîjerê di demên dawiyê de bûyerên tundiyê zêde bûne û roja 1ê Gulanê jî li herêma Tahoua li hember leşkeran êrîşek pêkhatibû û 16 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn.

Serepeyv