May 05, 2021 16:35 Asia/Tehran
  • Hêvîdariya Joe Biden jibo hevdîtina bi Pûtîn ra

Serokomarê Amerîkayê hêvîdarî kir ku bikare di sefera xwe ya meha din bo Ewropayê bi Pûtîn ra bicive.

Li gorî rapora ajansa TASê, Joe Biden serokomarê Amerîkayê ku ji dema desthilatdarbûna dewleta wî va helwêstên dijminane dijî Rûsiyê hilêxistine, roja Sêşemiyê got ku hêvîdar e bikare di sefera xwe ya plandarêştî bo Ewropayê di Hezîrana 2021ê da, bi hevpîşeyê xwe yê ûris, Viladîmîr Pûtîn ra bicive.

Li gorî vê raporê, serokomarê Amerîkayê biryar e jibo beşdariya di civîna Koma 7ê li Brîtanyayê ku biryar e ji 11 heta 13ê Hezîranê û civîna NATO'yê ku biryar e lki Brûksela paytexta Beljîkayê were lidarxistin, biçe Ewropayê.

 

Serepeyv