Li Efganistanê 4 sivîl hatin kuştin û 3 sivîl birîndar bûn
Nîsan 24, 2021 15:03 Asia/Tehran
Li Efganistanê çer û pevçûn giran û zêde dibin. Li parêzgeha Qendeharê di encama teqînekê de 4 sivîl hatin kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûn.
Berdevkê polîsan ê Qendeharê Cemal Barkizayî diyar kir ku li herêma Ergendabê ya parêzgeha Qendeharê di encama teqînekê de, 4 sivîl hatin kuştin û 3 sivîl birîndar.
Barkiyazî her wiha da xuyakirin ku bûyer li goristanekê rû da, dema mayinek bi motorsîklêtê de teqiya ku 3 sivîl lê siwar bûbûn.
Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku Amerîka dê “şerê herî dirêj” anku şerê li Efganistanê rawestîne. Biden di xîtaba xwe de gotibû: "Dem hatiye ku şerê herî dirêj yê Amerîkyê bi dawî bibe."