Nîsan 21, 2021 09:53 Asia/Tehran
  • Rûsiyê firrîna li ser hin beşên Deryaya Reş û Girava Kirîmeyê sînordar kir

Rûsiyê bi şandina hin hişyariyan bo rêxistinên geştên asimanî, hin navçeyên Girava Kirîmeyê û Deryaya Reş bi awayê emkî wek navçeya bixetere jibo firrînê da zanîn.

Li gorî rapora Fars Newsê, Li gorî hişyariya ku Rûsiyê daye rêxistinên geştên asimanî, hin navçeyên Girava Kirîmeyê û Deryaya Reş wek navçeya xeternak jibo geştên asimanî hatiye ragihandin.

Roja 14ê Nîsana 2021ê jî Rûsiyê ragihand ku bi awayê demkî derbasbûna keştiyên şêrr ên derveyî bi riya avên navçeyî yên Deryaya Reş ji roja 24 heta 31ê Nîsanê dide rawestandin.

 

Serepeyv