Nîsan 20, 2021 16:19 Asia/Tehran
  • Serokomarê Çadê di bereya şêrr de hat kuştin

Artêşa welatê Çadê li Afrîqayê ragihand, serokomarê vî welatî Idriss Déby îro li eniya şer hatiye kuştin.

Artêşa Çadê diyar kiriye, Idriss Déby li eniya şer birîndar bûye û di encama birîndarbûnê de jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa Çadê herwiha kurê Idriss Déby, General Mihemed Kaka weke şûngirê wî destnîşan kir.

Ji ber kuştina serokomarê welat, artêşa Çadê herwiha şîna giştî li welat ragihand.

Bi biryara artêşê tevahiya sînorên bejayî yên Çadê jî hatin girtin.

Artêşê hejmarek ji hêzên xwe jî li derdora koşka serokatiya welat li N'Djamena ya paytex bicih kir.

Serepeyv