Nîsan 20, 2021 11:20 Asia/Tehran
  • WHO: Di nava çend mehan de rewşa çêbûyî ji ber Koronayê dê bi temamî were kontrolkirin

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand; ji bo kontrolkirina vîrusa Koronayê bi têra xwe alav li ber dest in û di nava çend mehan de rewş dê bi temamî were kontrolkirin.

Tedros Adhanom Ghebreyesus li Cinêvê civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser dabeşkirina vaksîna Koronayê ragihand: “Ji bo kontrolkirina pandemiya Koronayê, bi têra xwe alav li ber dest in û eger em bi hemahengî û dadperwerane bixebitin, em dikarin di nava çend mehan de rewşê bi temamî kontrol bikin.”

Tevî vê yekê Tedros Adhanom Ghebreyesus nîgeraniya xwe veneşart ku niha vîrusa Koronarê gelek zû di nav kesên temên wan navbera 25 – 59 salî de belav dibe, ku li gor gotina wî, dibe ku sedema vê yekê, nifşê nû yê vîrusa Koronayê be, ku belavbûna wê bileztir e.

Ghebreyesus destnîşan kir ku di nava 9 mehên destpêkê de milyonek kesan ji ber vê pandemiyê canê xwe ji dest dan, lê di nava 4 mehên paş de ew hejmar bo du milyon kesan zêde bû û piştre jî tenê di nava 3 mehan de ew hejmar gihîşte asta zêdetirî 3 milyon kesan.

Di 11ê Adara 2020an de Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) vîrusa Koronayê weke pandemiya cîhanî nas kir, ku heta niha li seraserê cîhanê hejmara pêketiyên vê vîrusê gihiştiye 141 milyon kesan û ji wan nêzîkî 3 milyon û 22 hezar kesan canê xwe ji dest dan

Serepeyv