Li Efganîstanê di êrîşeke çekdarî de 8 endamên malbatekê canê xwe ji dest dan
Nîsan 18, 2021 21:58 Asia/Tehran
Li parêzgeha Nengerharê ya li rojhilatê Efganîstanê di êrîşeke çekdarî de 8 kesên sivîl yên endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dan.
Waliyê Nengerharê Ziaulhaq Emerxîil ragehand, ji aliyê kesên nasnama wan nediyar ve li herêma Saraçe Elî Xan a ser bi Nengerharê êrîşek li ser mala kesekî sivîl pêkhatiye û di êrîşê de 8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û êrîşkar ji herêmê reviyane.
Heta naha ti aliyekî berpirsyartiya êrîşê negirtiye serxwe. Ev kesana di dema ku nimêj dikirin ketine ber êrişê.
Waliyê Nengerharê dibêje muhtemel e ev cinayet ji ber nakokî û dijberiyên şexsî pêk hatibe.