Nîsan 17, 2021 00:33 Asia/Tehran
  • Keştiyeke biçûk a koçberan noqî avê bû û 21 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li dor peravên Tûnisê keştiyeke biçûk a penaberên Afrîqayê noqî avê bû û 21 koçber û penaberan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarekî Tûnisê ragehand keştiyeke biçûk a koçberên ku xwestin derbasî girawa Lampedusa ya Îtalyayê noqî avê bû.

Daxuyaniyê de hat gotin, di keştiyê de herî kêm 21 koçber û penaberên Afrîqayî jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragehandin xebatên rizgar kirin û lêgerînê berdewam dikin.

Serepeyv