Nîsan 14, 2021 07:00 Asia/Tehran
  •  Biden û Pûtîn bi telefonê dozên herêmî û cîhanî nîqaş kirin

Duh Koşka Spî ragihand ku serokomarê Amerîkayê Joe Biden bi hempîşeyê xwe yê rûs Vladimîr Pûtîn re bi telefonê li ser têkiliyên di navbera her du welatan û gelek dozên herêmî û cîhanê axivîn.

Koşka Spî bi daxuyaniyekê ragihand ku her du serokan li ser gelek dozên herêmî û cîhanî axivtin, li gel wê jî li ser niyeta Amerîkayê û Rûsyayê ya berdewama diyaloga li ser aramiya stratejî jî hate nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku divê di van diyalogan de li ser pirsgirêkên sînordarkirina çekdarkirinê û pirsgirêkên nû yên di aliyên ewlehiyê de werin nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku serokê Amerîkayê Joe Biden ji Pûtîn re  bifukarbûna Amerîkayê li ser sewqiyetên leşkerî yên Rûsyayê yên nîşkan ve li Qirim(Kirîmê) û sînorê Ukrayna anî ziman û bang li Rûsyayê kir ku nakokiyê çêneke. Li gel wê jî Biden soza piştgiriya Amerîkayê ji serweriya Ukrayna re nû kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Biden behsa destwerdana rûsî di hilbijartinên Amerîkayê û êrişên wê yên hakerê li dijî saziyên Amerîkayê de kir û got dê Amerîka li hember parastina berjewendiyên xwe bi tund be û dê bersiva tevgerên Rûsyayê yên mîna van êrişên haker û destwerdana li hilbijartinan bide.

Serepeyv