Nîsan 11, 2021 00:24 Asia/Tehran
  • 10 kes li Myanmar di êrişa mirovên çekdar ser qereqola polîs de hatin kuştin

Komek milîtanên etnîkî yên li Myanmarê êrîşî qereqola polêsan a li rojhilatê vî welatî kirin û herî kêm 10 polîs kuştin.

Li gorî Reuters, milîtanên ji Artêşa Arakan ku ji Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Tang û Artêşa Hevbendiya Demokrat a Neteweyî ya Myanmar (MNDAA) pêk tê, di saetên serê sibeha Şemiyê de êrîş birin ser qereqola polîsê Naongmun, li Eyaleta Shanê.

Hin saziyên çapemeniyê hejmara miriyan 14 kes dane zanîn.

Berdevkê şaxê leşkerî yê hikûmeta Myanmar (Cunta) bersiv neda daxwazên di vê barê de.

Li gorî agahiyan, di çalakiya protestoyên li dijî darbeya 1'ê Sibatê ya ji hêla artêşê ve li Myanmar, heya niha zêdeyî 600 kes hatine kuştin.

Li gorî şahidên bûyerê, artêşê li Myanmar, bi kêmî ve 60 kes di 24 saetên borî de kuştin, serkutkirin berdewam dikin.

Serepeyv