Nîsan 07, 2021 14:19 Asia/Tehran
  • Li Brezîlyayê di 24 saetan de zêdetir ji 4 hezar kesan bi vîrusa koronayê mirin

Li Brezîlyayê ji ber pêketinên bi vîrusa koronayê di 24 saetên borî de cara yekem zêdetir ji 4 hezar kes ji pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor amarên wezareta tenduristiya Brezîlyayê di 24 saetên borî de 86 hezar û 979 pêketinên nû yên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Brezîlyayê geheşt 13 milyon û 100 hezar û 580 kesan.

Hat ragehandin di 24 saetên borî de 4 hezar û 195 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane geheşt 336 hezar û 947 kesan.

Li gor wezareta tenduristiya Brezîlyayê heta naha 11 milyon û 558 hezar û 784 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.  

Serepeyv