Nîsan 05, 2021 16:52 Asia/Tehran
  • Li Endonezyayê ji ber rabûna lehiyan hejmara miriyan gihêşt 55 kesan

Li eyaleta Nusa Tenggara ya Rojhilatê Endonezyayê ji ber barîna baranên tund lehî rabûn û heta naha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihêşt 55 kesan. Herwaha hat ragehandin 42 kes winda ne û 9 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Navenda Rêveberiya Karesatên Netewî ya Endonezyayê Raditya Jatî ragehand, duh li bajarê Flores ê ser bi heman eyaletê saet 11:00 baranên tund barîn û dîsa bû sedemê lehiyê û ji ber wê jî heta naha 55 kesan can dane ku cenazên wan hatine dîtin.

Jatî got, herî kêm 42 kes hîn winda ne û 9 kes jî birîndar bûne û ew naha tên derman kirin.

Jatî got, li herêma karesatê bi hezaran kes ji cîhên xwe bûn, qutbûna elektrîkan berdewam dike, herwaha gelek rê jî ji hatûçûnê re nayên bikaranîn. 

Guman heye hejmara miriyan zêde bibe.

Serepeyv